Hisên Emîrebdullahîyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê piştî gotûbêja digel hevtûşê xwe yê ûris bi gotina vê yekê ku di meseleya Ukraynê da hin mijarên mirovî, êxsîr û hêzgeha navokî ya Zaporjîyayê tên berçavgirtin û dîyar kir ku ji bo xilasbûna ji vê rewşê divê hemî potansîyel bên bikaranînê.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha got: Îran ku di mijara biaştî ya navokî da yek ji çalakên sereke li asta cîhanê ye, ji bo her cure alîkarîya bo pêkanîna ewlehîyê li vê hêzgeha navokî û derdora wê amade ye.
Emîrebdullahîyan herwiha amajeyî muzakireyên rakirina boykotên dijî Îranê kir û basa ciddîbûna Îranê ji bo bidestxistina rêkevtinama mayinde kir û pêgirî kir ku heke Amerîka li gorî rastîyan pêngavan rake û reşnivîsa heyî ya rêkevtinamê xurt bike, yê lihevkirin ber desta be.
Sêrgêyî Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê jî di vê civîna çapemenîyê da got ku Moskow ji ber reşnivîsa teqil a vejîyandina rêkevtinama navokî di qonaxa nika da tam razî ye.
342/